KCD, HDK, HDP û hemû pêkhateyên xwe bi beşdariya hevşaredaran îro bi daxuyaniyeke hevpar, mûxalefeta sereke û desthilat jî di nav de wê peyamên girîng bidin raya giştî ya Tirkiyê.
HDP û pêkhateyên xwe bi daxuyaniya ku îro were dayîn nexşerêya xwe ya dema pêş û hewlesta xwe ya derbarê geşedanên ku li welat û herêmê dertên holê aşkere bikin.
Hat ragihandin ku di daxuyaniyê de wê peyamên girîng di serî de ji bo desthilat û partiya muxalefetê ya sereke CHP, partiyên muxalefetê yên din û raya giştî ya Tirkiyê werin dayîn.