KNK’ê banga yekîtiya gelê Kurd kir

Îro salvegera 32. a komkujiya Enfalê ye. KNK’ê bi daxuyaniyekê 182 hezar qurbaniyên Enfalê bi bîr anî û ji bo dubarenebûna komkujiyên mîna Enfalê banga yekîtiya neteweyî li hêzên Kurdan kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 32. salvegera enfala li Başûrê Kurdistanê pêk hatî û têde 182 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek nivîkî weşand.

KNK’ê bal kişand li ser hewldanên rejîma Baas ên ji bo tinekirina gelê Kurd e.

KNK’ê ragihand ku kîmyebaran û enfal lûtkeya siyaseta şoven a rejîma Baas e.

Her wiha KNK’ê destnîşan kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê enfal bi şêwaz û rêbazên cuda ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tê pêk anîn.

KNK’ê hemû qurbaniyên enfalê bi bîr anî û wiha got:

Em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi rêzdarî hemû qurbaniyên enfal û hemû komkujiyên din bi bîr tînin.

Di heman demê de Kongreyê daxwaz ji hikometa herêma Kurdistanê kir ku daxwazên xelkê herêmên enfal bi cih bînin.

Kongreya Netewî ya Kurdistnê KNK’ê bang li gelê Kurdistanê, rêxistinên siyasî, civakî kir ku ji bo yekîtiya gelê kurd gavan biavêjin da ku komkojiyên mîna enfal dubare nebin.

Back to top button