Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi peyamekê hewldana kuştina Mistefa Kazimî şermezar kir.
Mezlûm Ebdî ji serokwezîrê dewleta Iraqê Mistefa Kazimî re peyamek piştgiriyê şand û got:
“Hedefgirtina birêz Kazimî, hedefgirtina nirxên demokrasî, aramî û ewlehiyê ye.”
Mezlûm Ebdî kêfxweşiya xwe ya ji bo selamtiya El-Kazimî anî ziman û hêvî kir ku sûcdar werin girtin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê piştgiriya xwe ya ji dewleta Iraqê û gelê wê re jî teqez kir û got:
“Em teqez dikin ku di şerê hevbeş ê li dijî terorê de li kêlek gelê Iraq û dewleta wê ne.
Di dawiyê de Mezlûm Ebdî hewldana kuştina Kazimî şermezar kir û ji wî û gelê Iraqê re aramî û ewlehî xwest.