Pêvajoya endamtiya welatên Balkana rojava li ye lez dibe

Pêvajoya endamtiya welatên Balkana Rojava li Yekîtiya Ewropayê lez dibe.
Ji bo 5 welatên Balkana Rojava ku serlêdana endamtiya Yekîtiya Ewropayê kiribûn, biryara lezkirina pêvajoyê hat dayîn.
Ji Sirbîstan û Kosovayê hat xwestin ku nakokiyên xwe çareser bikin.

Di lûtkeya Yekîtiya Ewropa (YE)-Balkana Rojava ya ku li Tîrana paytexta Albanyayê hat lidarxistin de biryar hat dayîn ku pêvajoya endamtiya welatên Balkana Rojava ya Yekîtiya Ewropayê bê bi lez kirin.

Di daxuyaniya doh hate dayîn de wiha hate gotin:

Pêvajo wê li ser bingeha “girêdanbûna dadperwer û hişk a şertan, û her weha reformên pêbawer ji hêla hevalbendan ve were bilez kirin”.

Her wiha teqezî li ser wê yekê hate kirin ku divê welatên namzed li ser prensîbên siyaseta derve ya YE yê bipejirînin.

Hate destnîşankirin ku Komîsyona YE wê di pêvajoya endamtiyê de, bêriya endamtiya tam gav bi gav, welatên Balkana Rojava binirxîne ka çawa dikarin di nav bernameyên YE de cih bigirin.

Di “Daxuyaniya Tîranê” ya ku piştî lûtkeyê hat ragihandin de, hat destnîşankirin ku divê welatên namzet Sirbistan û Kosova jî nakokiyên xwe çareser bikin.

Di deklerasyona ku ji aliyê hikûmeta Sirbîstanê ya alîgirê Rûsyayê ve jî hat qebûlkirin de wiha hat gotin:

“Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ewlehiya Ewropa û cîhanê dixe metirsiyê û girîngiya hevkariya stratejîk a di navbera YE û herêma Balkana Rojava de nîşan dide.”

Serbistana ku bi kevneşopî têkiliyên wê yên nêzîk bi Moskowê re heye, bi cezayên YE yên li dijî Rûsyayê razî nabe.

5 welatên Balkana Rojava ku ji bo endamtiya YE serlêdan kirine, Albanya, Bosna, Montenegro, Makedonyaya Bakur û Sirbistan e ku hîn di qonaxên cuda yên pêvajoya endamtiyê de ne.

Kosovaya ku 2008’an serxwebûna xwe ji Sirbîstanê ragihandibû, plan dike ku heta dawiya salê serlêdana endamtiya YE bike.

Back to top button