Li Amerîka hilbijartinên Senato

Li Amerîka hilbijartina Senato li gorî dilê Demokratan bû.
Di hilbijartina Senato ya li eyaleta Georgia ya bû tuda duyemîn mayî de, demokrat biser ketin.
Bi vê yekê re, jimara Demokratan ya li Senato bû 51 û ya Komarparêzan jî 49.

Li gor encamên nefermî, namzedê Partiya Demokrat Raphael Warnock di hilbijartinên Senatoyê yên eyaleta Georgia ya Amerîkayê de bi ser ket.

Li gorî şîrketa lêkolînê ya raya giştî ya Amerîkayê Edison Research û gelek dezgehên ragihandinê, serketina Warnock ragihandin.

Li eyaleta Georgia demokrat biser ketin

Piştî jimartina ji sedî 94’ê dengan, Warnock ji sedî 50,7ê dengan girt û garantiya hilbijartina Senatoyê da.

Namzedê Komarî Herschel Walker, hat ragihandin ku ji sedî 49,3 ê deng stendiye.

Piştî vê encamê, partiya Demokrat a serokê Amerîka Joe Biden, li hember Komarparêzan li Senatoyê 51 kursî bidest xistin.

Jimara Komarparêzan jî di 49’an de ma.

Komarger Trump ji binketina li Georgiya berpirsyar dibînin

Çapemeniya Amerîkayê jî vê encamê wekî têkçûna Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku piştgirî da berbijarê Komarparêz, dibîne.

Di hilbijartinên navberê yên Kongresa Amerîkayê de ku di 8’ê Mijdarê de hat lidarxistin.

Li eyaleta Georgia ya ku ti namzetekê nekarî di tura yekemîn de ji sedî 50 deng bidest bixe, hilbijartin bû tûra duyemîn ma.

Demokratan piştî hilbijartinên navberê yên navborî piraniya xwe di Meclisa Nûneran de winda kirin, lê karîbûn pirraniya xwe di Senatoyê de biparêzin.

Bi serketina demokratan ya li Georgiya re, destê serokê Amerîka Joe Biden xurtir bû.

Back to top button