2 dozên nû der barê Emîne Şenyaşar de hat vekirin

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar didome. Der barê Emîne Şenyaşar 2 dozên nû hatin vekirin û bi vê yekê re hejmara dozên derbarê wê de hatine vekirin bû 10.

Lêpirsîn û dozên der barê Emîne Şenyaşar de ku ji roja destpêkê ya nobetê heta niha rastî tundiya polîsan tê, didomin.

Heta niha der bare Emîne Şenyaşar de 31 dosya hatin vekirin.

Parezêr Nihat Şahîn di derbarê dosyayê de axivî û got:

Ji van dosyayan di 28’an de lêpirsîn hate kirin û 10 doz hene, tenê rastî tundiya polîsan tê.

Di heman demê de tundiya darazê lê tê kirin.

Malbata Şenyaşar jî li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirin:

Armanca çalakiya me beralîkirina darazê ye, ne zext kirine, hêzek me ya wiha jî nîne!

Bendawariya me ji darazê ew e ku di dema darizandinê de dîmenên kameraya nexweşxaneyê derbixe holê û biryareke ku wijdanê raya giştî rehet bike bide.

Back to top button