Parêzerên di Heyeta Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê cih digrin diyar kirin ku di serlêdanên wan yên bi malbat û nûnerên saziyan re pêk anîn eşkere dîtine ku li girtîghên Tirkiyê zext û tundî di asteke jor de ye û gotin:
Divê dimldest hedîtin bi CPT’î re were kirin û tecrîda li dijî Rebertî were rakirin.
Der barê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO endamên Delegasyona Têkoşîna li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî ku komeke ji 36 kesên hiqûqnas, rojnameger û akademîsyenên ji 7 welatên cuda pêk tê.
Di navbera dîrokên 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê hevdîtinan pêkanîn.
Delegasyonê, diyar kirin ku piştî hemû serlêdanên der barê tecrîda girankirî ya li dijî Abdullah Ocalan de bê encam man, serdan pêk anî.
Heyet, di pêvajoya hevdîtinên 3 rojan de, bi gelek malbat û rêxistinan re hevdîtin pêk anîn.
Delegasyon di daxuyaniya piştî hevdîtinên bi nûnerên saziyan re pêkanî de bang kirine ku li ser şert û mercên tecrîdê lêpirsînek bi bandor û berfireh bê vekin.
Parêzerên ku di di Heyeta Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê cih digrin têkildarî hevdîtinên xwe ji ajansa NÛ JINHA’ ê re axivîn.
Caroline Isabella Aubry diyar kir ku divê binpêkirinên mafan di asta navneteweyî de bên lêkolînkirin û ev tişt got:
Me di hevdîtinên bi malbatên girtiyan re sûcên dijqanûnî eşkere dît.
Serlêdanên parêzererên Abdullah Ocalan tên redkirin.
Tecrîd li hemû cîhanê sûc e. Divê ev pirsgirêk bên lêkolînkirin.
Mafê Rêber Apo û her girtiyî heye ku hevdîtinên pêk bînin.
Anya Lean: Pêwîste em bi endamên CPT’î re têkilî deynîn
Parêzer Anya Lean a ji Elmanya hat jî daxuyakirin ku armanca wan ew e ku bi endamên CPT’yê re têkiliyê deynin û got:
CPT’yê di serdana dawî ya Îlona 2022’an de tu rapor ne weşandiye.
Em ê di dema vegerê de ji bo rakirina tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocelan re bi CPT re hevdîtin bikin.
“Li Tirkiyê zext û tûndi di asteke jor de ye”
Anya Lean a dibêje rastiya tundî û tecrîda ku li Tirkiyê ji aliyê dewletê ve tê meşandin ji ber di çapemeniyê de cih nagre nabînin û ev yek got:
Li Tirkiyê zext û tundiya tê kirin:
Di dema hevdîtina bi malbatên girtiyan re ez gelekî bi bandor bûm..
Vê yekê hişt ku ez fêmbikim ku rû bi rû hatina van binpêkirinan tê çi ye.