Tevgera Azadiyê têkîldarî girtina Ebud-Selam Ebdula ji aliyê asayîşa navçeya Ranya ve daxuyaniyek dan.
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên ragihand ku binçavkirina Selam biryarek siyasî ye û ti sedemek yasayî nîne.
Di 27’ê Çileyê de Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula ji aliyê asayîşa navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê ve hat binçavkirin û heta niha nehatiye berdan.
Li ser vê yekê Tevgera Azadî li ber asayîşa Raperîn a li bajarokê Ranyayê kombûn û ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên ve daxuyaniyek hate dayîn.
Tara Hisên di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hîvîdarin ev bûyer were zelalkirin û demildest mamosta Selam were berdan.