Rêveberiya Xweser: Dagirkerî, aramiya Sûriyê û çareserkirina aloziyê têk dibe

Bi vê boneyê, daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û MSD’ê ve hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat eşkerekirin ku hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên dagirkirina Efrînê ne û hat tekezkirin ku rizgarkirina Efrînê, vegera şêniyan û têkbirina dîmenên Tirkkirinê li Sûriyê, wê ji xebatên yekîmîn ên Rêvebriya Xweser û MSD’ bin.

Ji ber Rûsya rê da Tirkiyê ku êrîşî Efrînê bike, ev 3 salên tijî êş, zehmetî û êşkence di ser Efrîniyan re derbas dibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo salvegera 3. a êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku “kirin û binpêkirinên li herêmên dagirkirî, guhertina nasnameyê û dewama vê siyaseta Tirkiyaya dagirker, rê li ber ewlehiya Sûriyê digire û çareserkirina aloziyê jî asteng dike.

Rêvebriyê tekez kir ku “Mayîna dagirkeran li Efrînê, metirsî li ser tevahiya Sûriyê ye”, lewam Rêvebberiyê daxwaza helwestên zelal ji Sûriyê kir û bang li hemû saziyên navneteweyî; NY û Rêxistinên Hiqûqî kir ku helwetên cidî der barê Efrîn û herêmên din ên dagirkirî de bigirin.

MSD: Rûsya û hikumeta Şamê berpirsên dagirkirina Efrînê ne

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî bi heman boneyê daxuyanî da û piştrast kir “Dewleta Tirk, ewlehî û aramiya herêmê têk dibe, bi rêya dagirkirina xaka Sûriyê, qanûnên navneteweyî binpê kirin.”

MSD’ê bi bîr xist ku ji dema dagirkirina Efrînê ve, sûcên dermirovî pêk tên, 300 hezar şênî ji xak û warên xwe koç bûn û li şûna wan malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

MSD: Xebata me ya yekem wê rizgarkirina Efrîn û vegera şêniyan be

MSD’ê Hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên dagirkirina Efrînê dîtin û piştrast kir ku xebata wan ya yekemîn, wê rizgarkirina Efrîn, vegera şêniyan û têkbirina dîmenên Tirkkirinê li Sûriyê be.

MSD’ê bang li NY û Konseya Ewlehiya Navneteweyî kir ku komîteyên taybet ava bikin da rastiyan belge bikin, dest bi lêpirsîna sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bikin û darizînin û teqez kir “Doza Efrînê ne li ser milê kesekî, lê belê dozeke nîştimanî û erka rizgarkirina wê jî li ser milê tevahî Sûriyan e.”

Back to top button