Blinken: Tirkiye, tenê bi nav, hevkara me ya stratejîk e

Namzedê Joe Biden bo Wezareta Derve Antony Blinken diyar kir, ku Tirkiye, tenê bi nav, hevkara wan a stratejîk e.

Blinken destnîşan kir ku ji ber mûşekên S-400, gengaz e cezayin din li Tirkiyê werin birîn.

14’ê Kanûna borî, ji ber kirîna Enqere ya pergala S-400 ji Rûsyayê, Amerîka hin ceza lê birîbûn û têkiliyên her du welatan asteng bûbûn.

Namzedê Biden bo Wezareta Derve, di civîna komîteya karûbarên derve ya Senatoya Amerîkî de axivî û got:

”Ti carî nayê qebûlkirin,Tirkiye, ku qaşo şirîka me ya stratejîk e, hevkariya Rûsyaya ku mezintirîn rikbera me ya stratejîk e, bike.

Divê em niha bandora cezayên li ser Tirkiye hatine ferzkirin bizanin û li gorî wê cezayin nû lêkolîn bikin.”

Cezayên Amerîkî yên Kanûna borî, pîşesaziya parastinê ya Tirkiye û serokê wê Ismaîl Demîr, kirin armanc.

Back to top button