Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin

Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” 27 sal şûnde îro serbest hate berdan.

Ozkan ê ji ber nexweşiyên xwe guhên wî kêm dibihîsin axivî û got:

“Me heya îro li ber xwe da, me soza xwe pêk anî.

Bedela ku min heya îro daye nehat ber çavê min û em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin.

Ez çiqas jî bînim ziman dê nikare vê têkoşînê vebêje.

Ji ber li derve sepaneke çawa hebe li gittîgehê jî ew sepan heye.

Dewleta tirk çi kiribe jî nekarî pêşî li vê têkoşînê bigire.”

Ozkan anî ziman ku dê 3 meh şûnde girtina wî ya girtîgehê dê bikeve sala xwe ya 28’an û got:

“Hemû barê giran li ser pişta gelê kurd bû, em ji vê yekê xeberdarin.

Ev gel heya îro li ber xwe da.”

Back to top button