Tîmên Reqa û Cizîrê ku derketibûn pêşberî hev tîma Cizîrê ya jinan, bû şampyonê turnovaya baskêtbolê ya 2023`yan.
Maça dawî ya turnovayê ya di navbera tîmên Reqa û Cizîrê de li hola Stada Şehîd Edhem a Reqayê li dar ket.
Di maçê de, tîma Cizîrê bi encama 39-13 bi ser ket û bû şampyon.
Listivana tîma Cizîrê Endêra Elî bû listikvana herî baş a turnovayê û listikvana tîma Reqayê Rîmas El Ibo jî ya duyemîn bû.
Listikvana herî zêde puwan bi dest xistine, listikvana tîma Cizîrê Hala Hemo bû.