Yekitiya Werzîşê ya bajarê Dêrikê ji Qada Azadî heta Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik meşek li dar xist.
Yekitiya Werzîşê ya bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û rêzgirtina li yekîtiya Kurdan meşek ji Qada Azadî ya bajêr ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik ve organîze kir.
Di meşê de werzişvanên ji Dêrikê û deverên derdora wê beşdar bûn. Werzîvanan bi dirûşmeyan piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava nîşan da û piştevanî da yekîtiya Kurdan.
Dema werzîşvan gihîştin pakrewangehê, deqeyek rêz girtin û diyar kir ku ev meş wekî bibîranîna şehîdan û nûkirina soza şopandina şopa wan e.
Werzîvanan da zanîn ku hêza gelê Kurd di yekîtî û hevgirtina wî de ye.



