Balafirên Rûsî 40 mûşek avêtin deverên DAIŞ’ê

Balafirên leşkerî yên Rûsyayê, 40 mûşek bi ser Çolistana Sûrî de barandin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî di nava 24 seatên dawî de, deverên xwecihkirina DAIŞ yên li Çolistana Sûriyê bi 40 mûşek kirin armanc.

Li gorî navendê, li Çolistanê her wiha ji ber teqandina mayînek ji bermahiyên şer, 2 zarokên ku şivantî dikir, hatin kuştin.

Teqînek li dezgehên petrol û gazê çêbû û şewatek mezin derket

Li aliyekî din, Ajansa nûçeyan SANA ya hikumeta Şamê daxuyand ku duh bi şev teqînekê li dezgehên gaz û petrolê ya Homsê rû da.

Li gorî heman ajansê, teqîn ji ber teqandina stêra “Şirketa Sûrî ya Veguhestina Petrola Xam” pêk hat û di encamê de şewateke ecêb çêbû.

Back to top button