Li seraneserê Kolombiya di xwepêşandanan de 24 kes mirin

Kolanên Kolombiyayê veguherîne qadên şer.
Xwepêşandêr li dijî siyasta hikumetê ya aborî, diqîrin.
Hikumet jî bi bilindgiritina asata tundiyê bersivê dide.
Di encama xwepêşandanên 7 rojan de 24 kes hatin kuştin û nêzî hezar kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandanên aşîtiyane yên ku 28 Nîsanê li dijî Pakêta Refroma Bacê hatibû destpêkirin, ji hêla polîsan ve bi tundî hat bersiv dan.

Ji wê rojê ve, ji kolanên Kolombiyayê dengê sloganên xwepêşandêran û guleyên hikumetê kêm nabûne.

Ev tundiya heyî bû sedema ku 24 kes werin kuştin û zêdeyî 900’an jî birîndar bibin.

Her wiha 500 kes jî bi sûcên tundiyê hatine giritn.

Li paytexta welat Bogota xwepêşandêran heta qada Bolîvar a dîrokî ku navenda xwepêşandanan ne, meşiyan.

Li Medellinê ku duyemîn bajarê herî mezin ê welat jî bi hezaran xwepêşandêr li qadan bûn.

Kiryarên polîsan yên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin.

Li navenda bajarê Calî jî xwepêşandêran rê li pêşiya Trafîkê girtin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Amerîka li ser bûyerên li Kolombiyayê daxuyaniyek da.

Komîsyonê bikaranîna polîsan ya hêzê li dijî xwepêşandêran şermezar kir.

Ofîsa Ombudsman a Kolombiyayê jî diyar kir ku ji destpêkirina xwepêşandanan ve 89 kes winda ne.

Serokê welat Ivan Duque anî ziman ku ew ji bo diyalogên bi nûnerên rêxistinên sivîl re amade ne.

Xwepêşandanên ku bi aşîtî destpêkirin, veguherîn tundî û kûştinê.

Li zêdeyî 50 bajarên Kolombiyayê bi hezaran kes daketin qadan.

Gelek otobûs, stasyon,bank û mobîlên kirîn û firotinê zerar dîtin.

Li gelek bajarên welat qedexiya derketina derve hat ragihandin.

Di encama pirtostoyên tund yên xwepêşandêran de, 2 Gulanê Serokê welat Duque biryara paşevkişîna ji pakêta reforma bacê dabû.

Li bajarê Barcelona yê Spanya jî xwepêşandanên piştevaniya bi çalakiyên li Kolombiya re hebû.

Back to top button