Li Hindistanê jimara herî mezin a miriyên ji ber Corona hat tomarkirin

Vîrûsa Corona ya ku bela xwe ji cihanê venake, herî zêde bandora xwe li ser Hindistanê kiriye.
Li welat daneya herî zêde ya miriyên ji ber vîrûsa Corona hate tomarkirin.
Di nava 24 saetên dawiyê de, nêzî 4 hezar kes ji ber vîrûsê mirine.

Li Hindistanê di nava 24 saetên derbasbûyî de 412 hezar û 262 kes bi vîrûsê ketin û 3 hezar û 980 jî mirin.

Ji roja belavbûna vîrûsê li welat heta niha ev weke daneya herî zêde ye ku hatî tomarkirin.

Bi van daneyên dawiyê re jimara pêketiyan gihişt 21 milyon û 77 hezar û 410.

û ya kesên mirî jî 230 hezar û 168’an.

Heta niha li welat nêzî 30 milyon kesî derziya li dijî vîrûsê bikar aniye.

Ji ber jimara zêde ya pêketiyên vîrûsê li nexweşxaneyên welat cih nemaye.

Ji ber vê yekê jî cihên spor û baxçeyên giştî ji bo korona tê amadekirin.

Miriyên ji ber vîrûsê jî li kolan û baxçeyan bi awayekî komî têne şewitandin.

Di vê navberê de jimara pêketiyên vîrûsê li sernserê cihanê 156 milyon derbas kiriye û ji wan jî zêdeyî 3 milyon 258 hezar jî mirine.

Back to top button