11 milyon Iraqî di sînorê hejariyê de ye

Li Iraqê, ji bilî pirsgirêkên ku ji ber nexweşiya vîrûsa Corona derketine holê, rêjeya bêkarî û hejartiyê jî bi awayekî ber bi çav bilind bûye.
Ji 4 Iraqiyan pêwistiya kesekî bi alîkariyê heye.

Iraq di warê çavkaniyên ser erd û bin erd de, welatekî dewlemend e.

Rezervên neftê yên cîhanê ji sedî 11 li vî welatî ne û di rêza 9’emîn de cîh digire.

Her wiha ji sedî 9’ê fosfat a cîhanê li Iraqê ye.

Lê tevî vê dewlemendiya xwe jî, welat di nava hejariyê de ye.

2019’an xwepêşandan û nerazîbûnên mezin rûdan û daxwaza reform û başkirina xizmetguzariyê hate kirin, lê ev daxwaz di odeyên hikumetê de hatin paşguhkirin.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyek ji Wezareta Pilandananê ya Iraqî dan ajansa me Rojnewsê, li tevahiya Iraqê rêjeya hejariyê gihîştiye ji sedî 27.

Li gorî raporên fermî, di sala borî de li parêzgehên navîn ên Iraqê rêjeya hejariyê wiha ye:

Li parêzgeha El-Mesna sedî: 52,

El-Dîwaniyê: 48,

Mîssan: 45,

Zî-Qar: Sedî 44

Her wiha rêjeya bêkariyê jî daketiye ji sedî 20.

Ev yek jî tê wateya 11 milyon Iraqî di bin sînorî hejariyê de ne.

Back to top button