Banga geşkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate kirin

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 133’yemîn deye.Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên dijî desthilatdariya Îranê bê navber dewam dike.
Duh li gelek herêmên Beluçistan çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.Hêzên dewleta Îranê jî careke din êrişî welatiyan kirin û gelek kes birîndar bûn.

Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin, berdewam dikin.

Duh komek çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang li her kesê kirin da ku di 30-31’ê Çile û 1’ê Sibatê de dakevin kolanan û nerazîbûnên giştî lidarbixin.

Gorî bangên di torên civakî de hatine belavkirin, bang li her kesê tê kirin da ku di nava wan 3 rojan de dakevin kolana û xwepêşandanan bikin.

Komek xwendevanên zanîngeha Tahran, derbarê êrişên hêzên Îran yên li ser malbatên wan de, daxuyaniyek belav kirin.

Xwendekaran êrişên hêzên dewletê şermezar kirin

Xwendevanan êriş şermezar kirin û bang li hemû xwendevanan kirin da ku dijî zextên hêzên dewletê xwedî helwest bin.

Her wiha di daxuyaniya xwendevanan de tê gotin:

“Ciqas hewil bidin êrişên xwe berfireh bikin jî nikarin şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ji bo azadiya jinan bi me bidin rawestandin û bêdeng bikin. Ji ber ku ev şoreş di mejî û rihê gelên azadîxwaz de cihê xwe girtiye.”

Duh li Zahîdan ya navenda parêzgeha Sîstan û Beluçistanê xwepêşandan û çalakiyên berfireh hatin lidarxistin.

Gelê Belûçî careke din li dijî dewleta Îranê daketin qadan

Tevî hêzek zêde li wan herêman hatibû bicihkirin, lê gel daketin kolanan û desthilata Îranê şermezar kirin.

Gorî agahiyan hêzên Îranê êrişê çalakvanan kirine û di encamê de birîndar hene.

Li bajarê Êze ya Xozistanê jî bi sedan kes tevlî merasîma çileya Hisên Seîd bûn û merasîm vegeriya çalakiya dijî desthilatê.

Sînemageran tevlîbûna Mîhrîcana Fîlman ya li Tehranê boykok kirin

Li aliyê din Mîhrîcana Fîlman a Fecrê ya ji sala 1982’yan ve li paytextê Îranê Tehran tê lidarxistin, ji aliyê gelek sînemegeran ve hate boykotkirin.

Lîstikvana sînemayê ya Îranî Haniye Tavasli, aşkere kir ku Mîhrîcana Fîlman a Fecrê ya her sal li Tehranê tê lidarxistin boykot dike.

Nasnameya 488 kesên ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin eşkere bûne

Duh Rêxistina Mafê Mirovan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan heya niha, karîne nasnameya 488 kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, piştrast bikin.

Hate gotin ku ji wê hejmarê 64 zarokin.

Gorî rêxistinê nasnameya 107 kesên ji ber tevlî xwepêşandanê bûne û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn jî, hatiye eşkerekirin.

Li Îranê ji destpêka serê salê ve 55 kes hatine darvekirin

Komeleya Mafê Mirovan a Îranê jî ragihand ku di 26 rojên dawî de 55 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin û li 107 kesan jî cezayê darvekirinê hatine birîn.

Back to top button