Çekdarên Dîaf Wetenî êrişên endamên qebîleya El-Cibûr kirin di encam de 4 endamên qebîleyê birîndar bûn.
Qebîleyê 2 caran muhlet da hêzên hikumeta Şamê ku daxwazên wê bînin cih û çeteyên Dîfa Wetenî ji hev bixin û serçeteyê wan li Şamê darizînin.
Her wiha doh êvarê rûspiyekî qebîleyê ragihand ku qebîleyê careke din dem daye hikumeta Şamê ku heta îro çeteyên Dîfa Wetenî ji hev bixe.
Beriya 4 rojan hêzên Dîfa watanî êrişê serok eşîrê qebîleya cibûr kiribû û li hember serokê qebîleyê êrişa fîzîkî pêk anîbû, ji wê rojê ve alozî berdewam dike.