Li Efrînê çeteyan 3 şênî li gundê Firêriyê birîndar kirin

Li Efrîna dagirkerî, kirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êdî nayên tehmûl kirin. Şêniyên gundê Firêriyê nepejrandin ku çete malên wan talan bikin, lewra êrîşî çeteyan kirin. Her wiha revandin û dizî jî didome.

Şêniyên gundê Firêriyê yê Cindirêsê, li dijî dizî û talana çeteyên Tirk bertek nîşan dan. Şêniyan nepejrandin ku çete milkên wan bidizin, lewra çeteyek kuştin û 3 jî birîndar kirin.

Çavkaniyeke taybet ji telefezyona me re ragihand ku çeteyên Tirk hewl dan li gundê Firêriyê, dikana şêniyekî gund desteser kir, ji ber wî nepejrand, çeteyan gule lê reşandin.

Çavkaniyê da zanîn ku, şêniyên gund jî êrîşî wan çeteyan kir û çeteyek kuştin û 3 jî birîndar kirin.

Çavkaniyê got, çete bi hêrs bûn, bêserûber gule li şêniyên gund reşandin.

Çeteyên Tirk, ciwanek ji Be’idîna revand

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî, ragihand ku çeteyên Tirk ciwanê bi navê ‘Lewend Omer Simo’ yê 26 salî ji gundê Be’idîna yê Mabatayê revand.

Her wiha çeteyan, şêniyên bi navê Mihemed Elî Mistefa ji gundê Dêrwîş yê Recoyê revand.

Li gor rêxistinê, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe darên daristana li gundê Hemamê yê Cindirêsê birîn û agir bi wê xist.

2 zarokên xeniqî, di ava meydanê de hatin dîtin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, diyar kir jî ku ji bendava Meydankê yê Şera 2 zarokên xeniqî yê bi navê ‘Mihemed Xêro Mistefa’ yê 16 salî û ‘Mehmûd Xêro Mistefa’ yê 22 salî hatin derxistin.

Çeteyan bi rêya jinekê, dikana şêniyekî dizî

Dizî û talan xeteke stratejîk a çeteyên Tirk e, vê carê bi hevpariya jinan diziyê dikin.

Çeteyekî Tirk bi destê hevjîna xwe ,dikaneke kelûpelên jinan dizî, bi ser de jî xwediyê dikanê tewanbar kir.

Malpera Afrîn Post, ev buyek eşkere kir ku, hevjîna çeteyekî, çûye dikanê û bi xwediyê wî re ketiye sihbetê, bi zorê jî nomereya telefona xwe daye wî.

Piştî wê, çete bi behaneya ku nomere biriye, êrîşî dikanê kir û tiştên wî tevde dizîn.

Ji ber êşkenceyên çeteyan şêniyekî Efrînî jiyan xwe ji dset da

Heman Malperê jî diyar kir ku di encama êşkenceyên giran di girtîgeha çeteyan de şêniyê bi navê Ebd El-Rehman Îbiş(38) yê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa jiyan xwe ji dest da.

Malperê da zanîn ku Îbiş bavê sê zarokan, beriya du mehan çeteyan revandibû.

Her weha ji bo berdana wî jî çeteyan fidye stand.

Artêşa Tirk li Şêrewa darên zeytûnê dişewtîne

li aliyê din jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirke carek din agir bi darên zeytûnê û zeviyên gundên Meyasê û Birc Qas yên navçeya Şêrewa xistin.

Li gundê Hemamê yê Cindirêsê jî, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe darên daristana birîn û agir bi wê xist.

Back to top button