Li Dêra Zorê 2 çeteyên DAIŞ’ê sivîlek li bajarokê Şihêl kuşt

Çetene şaneyên veşartî yên DAIŞê, sivîlek li bajarokê el-Şihêl ê gundewarê Dêra Zorê kuşt.

2 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞê bi dûv sivîlekî li bajarokê el-Şihêl li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê ketin, di encamê de yê sivîl xwe di hundirê navenda bijîşkekî de vedişêre, paşê herdu çeteyan ew ji wir derxist û yekser gule berdan serê wî û ew kuştin.

Heya niha nasnameya kesê hatiye kuştin, nehatiye naskirin.

Li Dêra Zorê endameke Hêzên Asayîşê şehîd bû

Di heman çarçoveyê de, li bakurê Dêra Zorê jî, li ser rêya devera Ebû Xeşeb dewriyeke Hêzên Asayîşê hat armanckirin, di encamê de endama jin a bi navê Xedîca Ebas el-Ebas şehîd bû.

Back to top button