Ferhad Şamî ji Ronahî TV re: Egera rûdana şerekî mezin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî heye

Derbarê êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Berpirsê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Ferhad Şamî nirxandinên girîng kirin.
Ferhad Şamî diyar kir ku eger Koalîsyona Navdewletî li hember êrişan bê helwest bimîne, dê derbeyek li projeya wan a şerê li dijî DAIŞ’ê bikeve.
Her weha teqez kir ku eger dewleta Tirk êrişeke berfireh pêk bîne, wê herêmên dagirkirî ne li derveyî şer bin.

Back to top button