Li Kobanê jinên ciwan ji bo 8’ê Adarê meşek li dar xistin

Çalakiyên 8’ê Adarê li Seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Li Kobanê, Kampa Newroz meşke hat lidarxistin. Li Şamê jî ji bo 8’ê Adarê semînerek hat dayîn.

Çalakiyên 8’ê Adarê yên bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşa jinê ve” didomin:

Li Kobanê jinên Ciwan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 8’ê Adarê meşek li dar xistin.

Bi navê jinên Ciwan daxuyaniyek hat dayîn û hate diyar kirin ku bi saya fikr û felsefeya rêber APO jin têkoşîna xwe mezin kirin

Bi heman armancê li MInbicê jî jinan serdana kargehan kirin û 8’ê Adarê li karkeran pîroz kirin

Li kampa Newroz ji bo 8’ê Adarê meşek hat lidarxistin

Meclisa Kampa Newroz a girêdayî bajarê dêrikê bi boneya 8’ê Adarê meşek li dar xist.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir.

Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de hate gotin:

Em ê di 8’ê Adarê de berxwedana ji bo azadiyê mezin bikin.

Li Reqa tevgera Hîlala Zêrîn pêşengeha wêneyan vekir

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê li Reqayê pêşangeheke wêneyan vekir.

Di vekirina pêşengehê de endamên meclisên jinan, saziyên sivîl û leşkerî amadebûn.

Di pêşengehê de, Karên destan, tabloyên ku hatine xêzkirin, xwarin û şîranî hatin pêşandan.

Her weah stranên filklorî jî hatin pêşandan.

Back to top button