Şêniyên Qamişlo şehîd Raperîn Amed bi bîr anîn

Li Rojavayê Kurdistanê merasîmên bîranîna şehîdan hebû.
Îro li Qamişlo, Hesekê û Kobanê ji bo Raperîn Amed gel herikîn bin konê sersaxiyê.
Li bin kon soza şopandina rêya şehîdan heta dayîn.

Endama Meclisa Serokatiya Kongra Gel Delal Ezîzoglu bi nasnav Raperîn Amed di 17′ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehdan a Qamişloyê konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veda.

Îro bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê beşdarî meraîsmê bibîranînê bûn.

Hesekeyîyan sersaxî ji malbata şehîd Raperîn û Serhed re xwestin

Li Hesekê Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo Raperîn Amed û gerîla Ismaîl Ibrahîm bi nasnasv Serhed Hesekê ku 2 sibata borî şehîd bû, konê sersaxiyê veda.

Bi dehan ji şêniyên bajêr beşdarî merasîmê bûn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên hemze, Rûken û Raperîn

Li Kobanê jî merasîmên bibîranînê hebûn.

Endamê Komîteya Aboriyê Hemze Kobanê di 24′ê Sibatê de li herêma Şiqeyif a li bakurê Şêxmeqsûdê ya Helebê, di teqîna erebeyê de şehîd bû.

Gerîla Buşra Besrawî bi nasnav Rûken Kobanê di 2’yê Sibatê de li Metîna şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo şehîd Raperîn, Hemza û Rûken konê sersaxiyê li goristana Şehîd Dicle ya bajêr veda.

Bi sedan şêniyên Kobanê di bin kon de amede bûbûn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Piştî xwendina wesîqeya şahadetê, merasîm bi dawî bû.

Back to top button