QSD: Îdiayên 5 şervanên me winda bûne derewin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê da zanîn ku hin dezgehên çapemeniyê agahî belav kirin ku 5 endamên QSD’ê li ser rêya Reqa-Hesekê winda bûne, ew agahî derew in.

QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê hate gotin:

“Ji bo sedemên qirêj, hin dezgehên çapemeniyê yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk nûçeyên derew belav kirin ku 5 şervanên QSD’ê li ser rêya Reqa -Hesekê winda bûne.

Ev agahî ne rast in.

Dewriyeyên hêzên me û çavdêriya hewayî bi awayekî dorveger li wê herêmê pêk tê.

Êdî ew dezgehên ku nûçeyên derew belav dikin, eşkere ne.”

Navendê di dawiyê de bang li dezgehên çapemeniyê yê xwedî berpirs, kirin ku nekevin xefka wan derewan û xwe bispêrin çavkaniyên ragihandinê yên fermî yên QSD’ê.

Back to top button