Di 9 mehan de 41 zarok hatin kuştin. Ev yek jî di encama êrîş, revandin, destdirêjî û êşkenceya artêşa dewleta Tirk a dagirker e.
Suc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê dewam dikin.
Yên herî zêde dibin hedefa dagirkeriyê jî jin û zarok in.
Tenê di nava 9 mehên sala îsal de 41 zarok hatine kuştin.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan li herêman bîlançoya komkujiyên li dijî zarokan wiha ye:
- Li herêma Cizîrê di encama êrîşan de zarokek birîndar bû û 3 zarok ji ber teqînan hatin kuştin .
- Bi êrîşên balafirên bêmirov ên bi çek 2 zarok hatin kuştin.
- Di encama topbaran de jî 7 zarok hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn .
- Li Minbicê di êrîşên li ser gundan de 4 zarok hatin kuştin
- Di encama êrîşa balafirên bêmirov ên bi çek li herêma Firatê zarokek birîndar bû.
- Li Reqayê 2 zarok ji ber topbaranê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn .
- Her wekî li Dêra zorî di teqînan de zarokek hate kuştin
- Li Efrîn-Şehba 15 zarok hatin kuştin û 16 birîndar bûn.
- Destdirêjî li 4 zarok hatin û 9 hatin girtin.
- Di encama destdirîjî û lêdanê de zarokek hate kuştin 6 jî birîndar bûn .
- 8 hatin revandin (yek ji wan pitik e) 6 jî hatin kuştin .
- Bi giştî ji destpêka salê ve 41 zaroka hatine kuştin,
- 32 zarok hatine birîndarkirin, destdirêjî li 4 zarokan hatinekirin,
- 9 zarok hatine girtin, 8 jî hatine revandin.