Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îmze tên komkirin û welatî bi germî pêşwaziya kampanyayê dikin.
Li bajarokê Hacî Ava ya ser bi Îdareya Raperîn maseyê pirtûk û wêneyên Rêber Ocalan danîn.
Li Başûrê Kurdistanê kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ berdewam dike.
Divê çarçoveyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer îmzeyan kom dikin.
Welatî bi germî pêşwaziya kampanyayê dibin.
LI Raperîn standa pirtûk û wêneyên rêber Ocalan
Li bajarokê Hacî Ava ya ser bi Îdareya Raperîn li ser Baxê Giştî Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer maseya pirtûk û wêneyên Rêber Ocalan danîn.
Ciwanan diyar kirin ku armanca çalakiya wan belavkirina fikir û felsefeya Rêber Ocalane.