HPG’ê ragihand ku ew biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî pêk tînin, lê artêşa Tirk a dagirker bênavber êrişên xwe didomînin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî avayî ye:
“Tevî ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di pozîsyona parastinê de ne, lê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin.
12’ê Sibatê dagirkeran bi çekên giran bombe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî barandin.
Her weha Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 30 carî hate bombebaran kirin.
Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan êrişan.”


