“Ziyana madî ya erdhejê 100 mîlyar dolar e”

Encama erdheja li bakurê mîna canî ziyaneke mezin ya madî jî li pey xwe xist.
Wêraniya erdhejê heta niha bûye sedema ziyaneke bi qasî 100 mîlyar dolarî.

Bîlançoya erdhejên Bazarcixa Mereşê ku bandor li 10 bajaran kir, bû cihê karesateke mezin.

Li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Edene, Osmaniye, Hatay, Meletî, Semsûr û Xarpêtê ya bandoreke zêde ya erdhejê lê pêk hatî, bû sedema 13,4 mîlyon kes bandor bibin.

Ev jî tê wateya ji sedî 15’ê nifûsa Tirkiyê.

Herêma erdhejê ji sedî 9,3’yê Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ye.

Aboriya herêmê li ser sektora çandinî û pîşesaziya îmalatê ye.

Li herêma erdhejê paya îxracatê teqabulî ji sedî 9’ê îxracata Tirkiyê dike.

Li gorî dahatên bacê yên sala 2022’yan ên hatine tehsîlkirin:

  • Amed 8 mîlyar û 888 mîlyon TL
  • Meletî 4 mîlyar û 377 mîlyon TL
  • Riha 4 mîlyar û 874 mîlyon TL
  • Mereş 6 mîlyar û 455 mîlyon TL
  • Semsûr 1 mîlyar û 800 milyon TL
  • Osmaniye 1 mîlyar û 879 milyon TL
  • Dîlok 16 mîlyar û 858 milyon TL
  • Hatay 47 mîlyar û 350 mîlyon TL
  • Kilîs 1 mîlyar û 180 mîlyon TL
  • Edene 34 mîlyar û 472 mîlyon TL

Herêmên erdhejê bi giştî 128 milyar û 133 milyon TL li budçeyê bar kirine.

Li gorî dîtin û şîroveyên aborîzanan; wê maliyeta erdhejê zêdetirî 50 milyar dolar be.

Li gorî rapora TURKONFED’ê, tê texmînkirin ku wê xesara maddî 84 milyar dolar be.

Lê belê maliyeta erdheja 17’ê Tebaxa 1999’an ku bandor li 7 bajaran kiribû, di navbera 15-19 milyar dolarî de hatibû hesabkirin.

Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safî ya 1999’an 184 milyar dolar bû û bîlançoya erdheja 1999’an ji 10 payên dahata neteweyî teqabulî payekê kiribû.

Lê Hasilaya Navxweyî ya Xeyrî Safîya 2023’yan li dor 900 milyar dolarî ye.

Tê gotin ku xesara maddî ya li herêmên erdhejê, teqabulî ji sedî 10’ê Hasilaya Navxweyî dike.

Li gor vî hesabî, xesar li dor 100 milyar dolarî ye.

Back to top button