Danê siharê Asteroidek ku qasî metreyek bû, li ser Behra Manş a Brîtanya beriya ku bi erdê bikeve, teqiya.
Gorî ajansa Rusî Sputnîkê, li ser behra Manş ya ku Îngilîstan û Fransa ji hev qut dike, Asteroîda bi navê ‘Sar2667’ ku bi qasî metreyek bû, danê siharê piştî ku atmosferê derbas kir, beriya bi erdê bikeve teqiya.
Asterîd ji Başûrê Îngilîstan û Parîsê jî xûya kir.
Asteroîd çi ye?
Asteroîd ew berên ku li dora rojê dizivirin û biçûkin.
Tevî Asteroîd weke gerekstêrkan li dora rojê dizivirin jî, lê ji gerekstêrkan biçûktirin.
Di sîstema rojê de gelek Asteroîd hene û piraniya wan di navbera kembera Mars û Jupîterê de ne.