Matay Hana: Hêzên me li hember tevahî êrişan amade ne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hana diyar kir êrişên dewleta Tirk hemwextî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” pêk tên û got:
“Ev êriş bi armanca derxistina tevliheviya ne, û şerekî navxweyî di nava gel de bide pêş.
Lê hevgirtina gelên herêmê ev pilan vala derxist.”
Hena eşekre kir ku hêzên me li hember tevahî êrişan amede ne.

Dewlata Tirk a dagirker topebaran û êrişên xwe li ser herême zêdekirin ne .

Ev eriş pêk tên di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” daye destpêkirin .

Li navçeya Til Temirê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 gund kirin hedef.

Lê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da wan êrişan.

Di encamê de zirarên mezin gihişt çeteyan û ew neçar bûn ku birevin.

Girêdayî erişan berdevkê Mecilsa Leşkerî ya Suryan Matay Hena ji ajansa ANHA yê re axivî.

Matay Hana: Bi destpêkirina operasyonê êriş zedetir bûn

Matay Hana dazanîn ku meclisa leşkerî bersiva hemû êrişan da û got:

“Piştî operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li dijî şaneyên DAIŞ’ê tevliheviyeke ewlehiyê çêbû.

Dewleta Tirk û çeteyên wê jî , bi çekên giran eniyên şer û herêm kirin hedef.

Lê hêzên me darbeyên giran li çeteyan dan û di encamê de necar man paşde vegerin .”

Matay Hana: Hevgirtina gelên herême fitne têk bir

Matay Hana balkişand ser rola dewleta Tirk a dagirker di derxistina tevlihevî û fitineyan de û ev yek anî ziman:

“Aliyên dijbarî herêmê û Rêvebeirya Xweser li Dêrazorê dixwestin li herêmê şerekî di navbera kurd û ereban de çêkin.

Lê baldariya rûspiyan, rêveberiya aqilane ya hêzên me, ev plan bi temamî têk birin.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hana herî dawî eşkere kir ku hêzên me dê bersiva hemû êrişan bide.

Back to top button