QSD’ê banga xelkê El Bisêra bersivand

QSD’ê bi daxuyaniyekê banga şêniyên bajarokê Bisêrayê bersivand û bajarok ji çeteyan paqij kir.
Her weha Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan El Asî anî ziman bûyerên li Dêrazorê rû didin komployeke ku dewleta Tirk a dagirker û rejîma Şamê li pey wê ne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xebatên lêgerînê li bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê pêk anîn û bajarok ji komên çeteyan û çeteyên Newaf El Beşîr paqij kir.

QSD’ê, duh li bajarokê Bisêra bi şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên Newaf El Beşîr şer kir.

Di encamê de hêzên operasyonê bajarok ji wan çeteyan paqij kir.

QSD: Bajarokê El Bisêra ji çeteyan hat paqijkirin

QSD’ê vê sibê, xebatên lêgerînê di nav bajarokê de dest pê kirin, mayînên ku çeteyên DAIŞ’ê û yên Newaf El Beşîr bi cih kirine, bê bandor kirin.

Xebatên lêgerînê li ser daxwaza xelkê bajarok pêk hatin.

QSD’ê bangên wan bersivand û bajarok ji çeteyan paqij kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniyeke xwe de gotibû:

“Me bangên we wergirtin ji bo ku hêzên me bajarokê we ji komên çete paqij bikin, ku di çend rojên dawîn de tevlihevî li herêmê derxist, saziyên xizmetguzariyê talan kir û darbe li ewlehiya herêmê da.

Zêdan El Asî: Li Dêrazorê komployeke derve heye

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî jî têkildarî operasyonê û rewşa li Dêrazorê ji ANHA’ê re axivî.

Zêdan El Asî anî ziman bûyerên li Dêrazorê rû didin komployeke ku dewleta Tirk a dagirker û rejîma Şamê li pey wê ne.

Hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Rêveberiya Xweser û bi taybetî Dêrazorê hene.

Yek ji kesên ku serkêşiya van hewldan û komployan dikir, Ehmed El Xibêl bû.

El Xibêl rêzikname û qanûnên leşkerî yên QSD binpê dikir, ji ber vê yekê ji erka fermandariya meclisê hat dûrxistin.

El Asî: Operasyon heta paqijkirina herêmê ji çeteyan wê bidome

El Asî diyar kir ku aliyên navneteweyî destwerdan li herêma Dêrazorê kir da ku rewşeke bê aramî biafirînin.

Van aliyan destek dan hin kesên li Dêrazorê û hin endamên ku ji herêmên rejîma Şamê derbasî Dêrazorê bibûn da ku texrîbatan bikin û aramiyê têk bibin.

El Asî di dawiyê de got, operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ dê heta paqijkirina herêmê ji tevahî sûcdaran dewam bike.

Back to top button