Endamên YNK’ê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û diyar kirin ku tecrîd wê bi xwe re encamên xerab bîne.
Her wiha bang li CPT’î kirin ku serdana xwe ya ji bo Îmraliyê re eşkere bike.
Endamên YNK’ê derbarê tecrîda giran a li dijî Rêber Apo ji ROJNEWS’ê re axivîn.
Berpirsê Rêxistinên Demokratîk ên Soran ên YNK’ê Aras Seyîd Xefur derbarê mijarê de got:
“Dewleta Tirk beramberî Birêz Ocalan li gorî bendên peymana cîhanî ya mafên mirovan tevnagere.
Dewleta Tirk bi van nêzîkatiyên beramberî dosyeya Birêz Ocalan xeletiyek mezin dike.
Ji ber ku Tirkiyê sed sale mafên Kurdan ne pejirandiye. Ev jî bû sedema bertekên tund ên şoreşgerên Kurd.
Piştî sed salan Tirkiye hîna tênegihiştiye ku pirsgirêka Kurd bi tundî, kuştin, şer, agir û zoriyê bi dawî nabe.”
Aras Seyîd Xefur dibêje rêberekî ku destê xwe dirêjî aştiyê bike dê bikare li Tirkiyeyê serbikeve.
Her wiha Endamê YNK’ê yê li sînorê îdareya Soran Niyaz Balakî jî derbarê heman mijarê de axivî.
Niyaz Balakî anî ziman her çiqasî tecrîd dewam bike wê encamên wê xirabtir bibe û ev tişt anî ziman:
”Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, wê aştî û aramiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn vegerîne.
Bi berdana wî û dîtina parêzer û malbata xwe dê rewş normal bibe û wê Kurd jî xwe bêhtir nas bikin.”
Niyaz bang li CPT kir ku encamên serdana Îmraliyê eşkere bike û derbarê rewşa Rêberê Ocalan daxuyanî bide.”



