Di roja 6`an a Mîhrîcana Rojava de şûnwarên li herêmê û girîngiya parastina wan hat nîqaşkirin. Li aliyekî din di semînera ‘zekaya analatîk û hestiyarî’ de pêwîstî bi hevsengiya di navbera her du beşan de hat dîtin.
Pisporê Şûnwaran Silêman Îlyas semînera der barê şûnwaran de da û got:
“Girîngiya sêgoşeya Xabûrê ya bakurê Mezopotamyayê roleke mezin di avakirina mirovahiyê de lîstiye.
Destpêka lêkolîna şûnwaran ji Mezopotamya dest pê kir.
li Waşûkanî dewleta Hûrî-Mîtanî hat dîtin, her wiha pirtûkxaneyeke mezin hat dîtin.
Li Orkêş materyalên avakirinê û bazirganiyê di serdema berê de hat dîtin.
“Danesîna zekaya analatîk û hestiyarî”
Lêkoler û endama Navenda Lêkolînan a Firatê Çinar Salih semînera der barê zekaya hestiyrî û analatîk de axivî û got;
“Rengîniya gerdûnê ji zekaya hestiyarî tê. Ev taybetmendî zêdetir li cem jinan heye, li cem mêran kêmtir e.
Zekaya hestiyarî berpirsyariya afrandinê ye, jê re dibêjin zekaya wijdanî berpirsyara wijdan û îlhamê ye”.
Mîhrîcana Rojava di roja 5’an de bi mijarên fikrî û civakî dewam kir