Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan li 3 navçeyên Qamişloyê şahî û çalakî hatin lidarxistin.
Li Qamişloyê PYD û Kongra Star şahiyek li taxa Enteriyê li dar xist.
Şahî li ber avahiya PYD’ê ya taxê bi beşdarbûneke mezin a endamên PYD, TEV-DEM, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên bajêr hate lidarxistin.
Endamê rêveber ê PYD’ê yê taxa Enteriyê Haşim Şiwêş rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelên herêmê pîroz kir û soza şopandina fikr û felsfeya rêbertî da.
Di dawiya şahiyê de li ber stranên şoreşgerî govend hatin gerandin.
Li Dêrikê li herêma Koçerat jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan şahiyek li gundê Hemze Beg li dar xist.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wensa Şawîş di şahiyê axivî û got: “Rojbûna rêbertî ji bo gelên azadîxwaz destpêka jiyaneke nû ye û di dîroka gelên herêmê bi taybet gelê Kurd de roja vejînê ye.”
Piştre koma Şîlan a ji Rimêlanê stran gotin, şanoger Sozdar Berazî jî şanoyek li ser rola ciwanan di şoreşê û parastina destekftiyan de pêşkêş kir.
Li navçeya Girkê Legê, dar li baxçeyê Rêber APO hatin çandin.