HDP: Divê Tirkiye bilez Unsal berde

Belê ji ber şahadeta Parêzer Ebrû Tîmtîk bertek û nerazîbûn li seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî derketin.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê got, ewê daxwaza Ebrû ya Edaletê bi têkoşîna xwe bidomînin.
Baroya Stenbolê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku sedema şahadeta Tîmtîk desthilata AKP’ê ye.

Li tirkiyê piştî şahadeta Parêzer Ebrû Tîmtîk bertek û nerazîbûn zêde bûn.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, Ebrû di encama polîtîkayên mirinê yên desthilata AKP’ê de jiyana xwe ji dest da.

HDP’ê teqez kir ku Ebrû ne ji bo xwe tenê, lê ji bo her kesî, daxwaza edaletê kir wiha got:

Tavilê Aytaç Unsal berdin, tehemûla me ji bo mirinên nû nemaye.

Em ê bi hişmendiya Ebrû ya daxwaza edaletê, têkoşîna xwe bidomînin.”

HDP û TJA: Berpirsê mirina ebrû hikumeta akp’ê ye

Meclîsa Jinan a HDP û aktîvîstên TJA jî bi boneya balê bikişînin ser çalakiya Parêzer Ebrû Tîmtîk a piştî rojiya mirinê ya 238 rojan li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da û balê bikişînin ser çawîşê pispor ê tecawizkar Musa Orhan daxuyanî dan.

Di daxuyaniya li pêşiya avahiya HDP’ê ya Mêrîdanê hate dayîn de wiha hate gotin:

Berpirsiyarê mirina Ebru Timtik hikûmeta AKP’ê ye.

Ebrû Timtîk dengê milyonan ê kesên edaletê dixwaze bû.”

Di daxuyaniyê de bal kişand ser çawîşê pispor ê tecawizkar Musa Orhan û ev tişt anî ziman:

“Îpek Er bi çalakiya xwe bal kişand ser edaletê.

Lê mixabin li Tirkiyê edalet tune ye.

Dewlet û îqtidar tecawizkar û qatilan diparêze.

Dadgerên ku Musa Orhan berdan girêdayî îqtîdarê ne.

Em berdana Musa Orhan şermezar dikin. Em ê pêşiya vê yekê bernedin.

Jinan çalakî bi dirûşmeya “Jin Jîyan Azadî” bi dawî kirin.

Baroya Stenbolê: Mirina tîmtîk şerma darazê ye

Baroya Stenbolê, ji bo Parêzer Ebrû Tîmtîk li pêş avahiya xwe bernameya bîranînê li dar xistin.

Di bernameyê de parlamenterên HDP, CHP û gelek parêzer bi cubbeyên xwe tev li merasimê bûn.

Cîgira Seroka Baroyê Nazan Moroglu diyar kir ku mirina Tîmtîk, ji bo daraza Tirkiyê şermek pir mezin e û wiha got:

“Em soz didin ku em ê têkoşîna darizandina adil bidin.”

Piştre Ebru Akyol peyama Aytaç Unsal a ji bo Ebru Tîmtîk şandibû xwend.

Back to top button