“Li gel hebûna dewleta Tirk vegera li Efrînê nabe”

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ceza li dijî 2 komên çete birîn.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê diyar kir ku li gel hebûna dewleta Tirk vegera li Efrînê nabe.

Cemal Reşîd da zanîn ku ev ceza heta astekê baş e. lê têra şermezarkirina sûcên li dijî şêniyên Efrînê nake û got:

“Ger ceza hebin, divê destpêkê li dijî dewleta Tirk a dagirker û tevahî komên çete bên birîn.

Ji dema dewleta Tirk û komên wê yên çete Efrîn dagir kiriye, tevahî cureyên sûcan tên kirin.

Rêxistinên navneteweyî jî tu daxuyaniyek ku wan sûcan şermezar bike, nedaye.”

Reşîd balê dikişîne ser mijarekî xeter ku niha li Efrînê diqewime,

Ew jî propagandaya ENKS′ê û hevkarê wê PDK′ê bi MÎT′a re .

Reşîd eşekre dike ku kesên vedigerin gundên xwe, ji aliyê çeteyan ve tên revandin.

Êdî kiryarên ENKS′ê xiyanet jî derbas kir û êdî piştgiriyê didin sûcan.

Cemal Reşîd herî dawî dibêje, hebûna dewleta Tirk wê li Efrînê veger ne pêkan e.

Back to top button