Ji ber sûcên wan ên dijmirovî li Efrîna dagirkirî, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li 2 komên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê birîn.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev ceza li dijî koma Hemzat û ya Sultan Suleyman Şah tên sepandin.
Her wekî di heman demê ev ceza li serçete “Seyf Ebû Bekir û Mihemed Casim Ebû Emşa jî hatine birîn.
Wezaretê diyar kir, herêma Efrînê di bin destê gelek komên çekdar de ye û piraniya van koman tundiyê li dijî xelkê Efrînê li ser erda wan bikar tînin.
Wezaretê da xuyakirin, van koman azarên welatiyan ên ji ber salên dirêj ê şer girantir kirin û geleke binpêkirinên li dijî mafên mirovan pêk anîn.