Senatoya Amarîka bûdceya parastinê ya rekor erê kir

Senatoya Amerîka qanûna bûdçeya parastinê ya welat erê kir.
Bûdçeya ku ji aliyê Serokê DYA Joe Biden ve hatî pêşniyarkirin, bi gihandina 858 mîlyar dolar hate erêkirin.
Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê 502 mîlyon dolar hate diyarkirin.

Qanûna Destûrnameya Parastina Neteweyî (NDAA) ku butçeya parastinê ya sala 2023 ya Amerîka jî dihewîne, ji aliyê Senatoyê ve bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Proje yasaya bûdceya parastinê ku hefteya borî li Meclisa Nûneran a Amerîkayê bi 350 dengan li hember 80 dengan hat erêkirin, li Senatoyê jî hat dengdan da ku ji bo erêkirina Serokê Amerîkayê Joe Biden were şandin.

Ji bo bûdçeya hatî diyarkirin, 817 mîlyar dolar ji bo Wezareta Parastinê, 30 mîlyar dolar yên bo lêçûnên nukleerî yên dibin siya Wezareta Enerjiyê de, cih digre.

Ev bûdçeya herî zêde ye hata niha bo Wezareta Parastinê ya Amerîka hatî erêkirin e.

Bûdce li pêşberî 11 dengên “na” bi 83 dengan hate erêkirin.

Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bêtirî 502 mîlyon dolar hat diyarkirin

Derbarê Ukraynayê, di proje qanûnê de 800 milyon dolar ji bo fînansekirina Înîsiyatîfa Alîkariya Ewlekariya Ukraynayê û zêdetirî 6 milyar dolar jî ji bo piştgirîkirina operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li Ewropayê hat erêkirin.

Di pêşnûmeya budçeya parastinê de ji bo hevkarên DYAyê ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî di nav de ye di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Iraq û Sûriyê da 502 mîlyon û 926 hezar dolarî hat diyarkirin.

Ji 358 milyon û 15 hezar dolarê ku Pentagonê ji bo Iraqê xwestibû, nêzî 36 mîlyon dolar nepêwist hate dîtin û derxistin.

Pêşnûme li benda îmzekirina biden e

Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Biden di zûtirîn dem de pêşnûmeqanûnê îmze bike.

Back to top button