NY: 33 Jê zarok 150 Filistînî hatine kuştin

Sala 2022’an ji bo Filîstîniyan zehmet derbas bû.
Şer û pevçûnên navbera Filîstîniyan û Îsraîliyan li pey xwe bîlançoyek giran hişt.
NY ragihand ku ji despêka salê heta niha 33 jê zarok, 150 Filîstînî, ji aliyê leşker yan jî Yahudiyan ve hatine kuştin.
Li gorî daneyên NY ev bîlanço ji 2005’an heta niha ya herî giran e.

Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bîlançoya şer û pevçûnên navbera Îsraîl-Filîstîniyan de eşkere kir.

Ofîsê ragihand ku ji destpêka îsal ve li Şerîeya Rojava ya di bin kontrola Îsraîlê de ye, 150 Filistînî hatine kuştin.

Ji van 33 zarok in.

Ofîsa Mafên Mirovan a ku navenda wê li Cenevreyê ye, bal kişand ku ev hejmar ji sala 2005’an ve ya herî zêde ye.

Ji bilî kesên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ve hatin kuştin, herî kêm 2 filistînî jî di êrîşên nişteciyên cihû de hatin kuştin.

Hat destnîşankirin ku nehate tespîtkirin ku guleya xortekî Filistînî kuşt ji polêsên Îsraîlî yan jî rûniştevanekî cihû ve hatiye avêtin.

Di raporê de hat gotin, 5 hêzên ewlekariyê yên Îsraîlî û 5 rûniştvanên Cihû jî ji aliyê Filistîniyan ve hatine kuştin.

NY: Îsraîl ji parastina Filistîniyan berpirsyar e

Sê raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî; Rapora ku ji aliyê Francesca Albanese, Morris Tiball-Binz û Clement Voule rapor amade kirin.

Raportoran, tundiya ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîl û rûniştvanên cihû ve tê kirin, şermezarkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku “Heta dagirkeriya neqanûnî bidome, divê Filistîniyên li herêmê dijîn wekî mirovên ku divê werin parastin, ne wekî dijmin û terorîst werin hesibandin.”

Raportorên serbixwe bi bîr xistin ku Îsraîl li gorî hiqûqa navneteweyî mecbûr e parastina gelên li herêmên dibin kontrola wê de bike.

NY: Îsraîl ferq û cudahiyê dike

Raportoran destnîşan kirin ku “nîşanên bi fikar” hene ku artêşa Îsraîlê di van êrîşan de piştgirî dide rûniştvanên cihû.

Ji ber vê yekê ferq û cudahiya di navbera kiryarên tund ên niştecihan û şîdeta fermî de dijwar dike.

Back to top button