Ciwanên Êzidî li ser çiyayê Şengalê rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Rojbûna Rêber Apo li Başûrê Kudistanê jî bi şahî û çandina daran hate pîroz kirin. ciwanên Şenganlê li ser çiyanên Şengalê 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Li Mexmûrê jî dar hate çandin.

Li seranserê Kurdistanê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyên cûr be cûr tê pîrozkirin.

Weke hersal îsal jî li Başûrê Kurdistanê Rojbûna Rêber Apo bi çandina daran û şahiyan hat pîrozkirin.

Ciwanên Êzidî li ser çiyayê Şengalê bi pêxistina agir rojbûna Rêber Apo pîroz kir.

Ciwanan diyar kir ku heya azadiya Rêber Apo, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Li Mexmûrê rojbûna Rêber Apo bi şahiyeke girseyî hat pîrozkirin

Li Mexmûrê jî, Mihrîcana15’emîn a Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêber Apo tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de bi şahiyeke girseyî didome.

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevberdeveka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.

Bêrîvan Kaya rojbûna 74. a Rêber Apo pîroz kir û mihrîcan diyarî gerîlayên serê çiyayan ên li beramber dagirkeriyê li ber xwe didin kir û got:

“Em ê li dora Rêbertiya xwe bibin yek û li gel Rêbertiya xwe azad jiyan bikin.

Em soz didin heta dawiyê em ê şopdarê rêya Rêbertiya xwe bin.”

Li Mexmûrê bi boneya rojbûna Rêber Apo dar hatin çandin

Her wiha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi boneya 4’ê Nîsanê, şitlên daran hatin çandin.

Back to top button