Salvegera 10.a damazrandina YPJ’ê

Bi rengekî nû û dengvedaneke xurt, li dijî zihniyeta mêr-dewletê ya jinê kole dibîne têdikoşe. Ev hêz di sala 2011’an de bi komek biçûk destpêkir, xwe rêxistinkir û bû hêza parastina hemû jinên li cîhanê. Em behsa YPJ’ê dikin.YPJ rûbarê têkoşînê ye. Pêşanga şoreşa azadiyê ye.

Dengê tililiyên çekên wan li cihanê olan dide,

Li Miştenûr û li gûlşêranê

Esmên xwe di ser keziyên wan de ber dide

Debabe, tifing, di taxekî de diteqin

Çawa ku çola zuha li benda baranê be, bajarên wêranbûyî li benda avabûnê be,

Zivistan li benda mizginiya biharê be,

Ev deşta ku têra xwe dirêje

Welatê rojê jî li benda jina ku bûyî mêvanê berbanga rojê bû.

Xwedî kokek kûr û zexm e.

Ev hêz di sala 2011’an de bi komek biçûk destpêkir, xwe rêxistinkir û bû hêza parastina hemû jinên li cîhanê.

Salname 4’ê Nîsana 2013’an e.

Êdî parêzvanên ku meşaleya têkoşînê rakirin bi navê Hêzên Parastina Jinê (YPJ) hate avakirin.

Ew bû şopdarên têkoşîna jinê ya bi hezaran salan.

Bû sembola şoreş, serîlhildan û têkoşîna hemû jinên cîhanê.

Bi rengekî nû û dengvedaneke xurt, li dijî zihniyeta mêr-dewletê ya jinê kole dibîne têdikoşe.

YPJ rûbarê têkoşînê ye.

Pêşanga şoreşa azadiyê ye.

Ne tenê çek raker e, li ser birdozî û felsefeyek kûr bi paradigmaya Rêber Apo parastina hemû nirxên jin û civakê dike.

Di eniya şer de pêşeng, fedayî,  fermandar e.

Ji aliyê hemû netewên li herêmê bû heqîqeta civakê.

Xwedî stratejiye, di nava hewildaneke wisa de ye ku bibe dengê jinê.

YPJ’ê hişt ku jin bi jinê bawer be, civak bi jinê bawer be, jin bi xwe bawer be.

Pîvanek nû ji bo jin û mêr afirand.

Felsefeya hevjiyana azad bi sekin û têkoşîna xwe pejirandin, da ku jin bi nasnameya xwe ya xweser bijî.

Afirînerê vî fikrî Rêber Abdullah Ocalan bû.

Û YPJ roja rojbûna wî weke roja ava bûna xwe diyar kir.

Bawerî û armanc ew e bi fikir û ramanên jinê jiyan nû de bi wate be.

YPJ’ê pêkanîna xeyalên jinê ji bo azadiyê û wekheviyê afirand

Di hişê mirov de xwe kir eşq.

YPJ ji bo parastina ehlaq û mafên hemû jinan li berxwe didin.

Ji bo yekkirina rêgezên azadî, rûmet, wekhevî û edaleta civakî  berdêl dide.

Di êrîşa li ser herêmê de, bersivên pîroz da û ji dijmin re got ez şoreşger im.

Xwediyên rihê nemir, destaneke nû ya nemirbûnê ava kirin.

Bu çavkaniya rihê germ û hêviyên xwe yên mezin, zimanekî nû yê têkoşînê vejîn kirin.

Back to top button