Ronahî Serhed: Bicihanîna armancên şehîdan ji bo me erkekî pîroz e

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û diyar kir ku ewê li xwedî şehîdan derkevin û armancên wan pêk bînin.
Ronahî Serhed derbarê armanca êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê jî diyar kir tevî hewldana ji bo têkbirina PKK’ê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê, tunekirina xweseriya li Rojava ye.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad şehîdên meha Gulanê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxand.

Ronahî Serhad anî ziman ku rastiya Rêber APo ku PKK weke partiyeke şehîdan ava kir, rastiya xwedîderketina li mîrate û dilsoziya rast a bi şehîdan re ye.

Ronahî got:

Di rastiya şehîdan de em biryardariya mezin a şer û pêşketinên bi vê biryardariyê dibînin. Hestên berpirsyariyê yên li pêşberî mirovahiyê, rêbazên têkoşîn û jiyanê ji bo me milîtanan û gelê me manîfestoya jiyanê ye. Wan heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û rêya azadiyê ronî kirin.

Ronahî Serhed: Wê îsal bibe sala şerkirina li ser xeta şehîdan

Ronahî Serhad destnîşan kir ku “Şehîdên meha Gulanê bê sînoriya vîna azad destnîşan kirin. Di têgihiştin û pêkanînê de ew lêgerînerên bêqisûr bûn.

Rohahî Serhed anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a li dijî Kurdan ne dijminatiyek ji rêyê ye û wiha domand:

Li aliyekî Qirkirina Ermenan yekemcar ji aliyê Serokê DYE’yê bi rengekî fermî hate bilêvkirin, li aliyê din jî di 23’ê Nîsanê de destûr ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re hate dayin ku li dijî qadên gerîla dest bi operasyoneke berfireh bike.

Rohahî Serhed da xuyakirin ku operasyonên dagirkeriyê yên ku ji sala 2010’an ve tên meşandin, parçe bi parçe hatin berfirehkirin.

PDK bi rengekî eşkere tevlî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Başûr dibe. Dixwazin gerîla tune bikin, bi vî rengî PDK’ê bikin yekane hêza muxatab û di şerê herêmî de bi kar bînin.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad di dawiya axaftina xwe de 1’ê Gulanê li gelan, jinan, karker û kedkaran, li hemû mirovahiyê pîroz kir.

Back to top button