Komîteya Sûriyên ji bo kesên girtî û revandî ya MSD, paltformeke çapemeniyê girêdayî dosyayên kesên girtî û revandî ava kir.
Erkê wê jî, avakirina tîmeke xebatê ji malbatên kesên girtî û revandî, pisporên qanûnî û çalakvanên sivîl û danîna têkiliyan bi hemû deste, sazî, paymangeh, rêxistin û aliyên peywendîdar re ye.
Her wiha dê, hevdîtinan bi aliyên siyasî re yên di siyaseta Ewropa û civaka sivîl de bi-bandor in, pêk bîne.
Komîte wê piştgiriya malbatên kesên girtî û revandî di aliyê derûnî û madî de bi rêya projeyên biçûk re jî bike.
Komîte ji 9 endaman pêk tê û koordînatora giştî ya komîteyê parêzer Mecdûlîn Hesen e û duh bi awayekî pratîk dest bi kar kir.