Gencîneya Amerîkî: Tirkiye heya vê rojê piştgiriya darayî û lojistî dide DAIŞ’ê

Gencîneya Amerîkî da xuyakirin ku Tirkiye heta vê rojê desteka darayî û lojistîkî ji bo DAIŞ’ê pêşkêş dike. Fransa jî digel Amerîkayê mijara têkbirina DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn û herêma beravê nîqaş dike.

DAIŞ’ê, bi rêya Tirkiyê xwe li ser lingan ragirtiye.

Bi şane û hemû bermahiyên xwe, heta vê gavê piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker werdigire. Li ser vê yekê, Wezareta Gencîneya Amerîkî bi raporekê têkiliya darayî ya DAIŞ û Tirkiyê raxiste ber çavan.

Gencîneyê da zanîn ku, DAIŞ pirî caran pereyan kom dike, ji hin navbeynkarên li Tirkiyê re dişîne û piştre derbasî Sûriyê dike.

Gencîneya Amerîkî da xuyakirin ku Tirkiye heta vê rojê, piştigirya lojistîk ji bo DAIŞ’ê didomîne, lewre rewşa wê ya darayî li gorî berê nehatiye guhartin.

DAIŞ’ê di rêya torên qaçaxîkirina petrola rojhilatê Sûriyê re pere kom dikirin û sivîl beramberî fidye û talanê direvandin.

Her wiha torên qaçaxîkirina pereyan di navbera Iraq û Sûriyê de bi kar tanîn.

Wezareta Amerîkî destnîşan kir ku ligel DAIŞ’ê, nêzî 100 milyon dolarî weke yedekên darayî li herêmê hene.

Şanderê berê yê Koalîsyona Navneteweyî  Brett McGurk sala 2019’an gotibû ku:

“Tirkiyê hişt 40 hezar çete ji 110 dewletên cîhanê derbasî Sûriyê bibin.

DAIŞ’î li ser sînorê Tirkiyê bûn.

Me jê re digot sînorê xwe bigire, bi ya me nedikir.

Lê dema ku gelek herêmên sînorî ketin jêr kontrola Kurdan, sînor bi dîwaran girt.”

Dewleta Tirk a dagirker heta vê rojê ji bo pêkanîna ajendeyên xwe, piştgiriya darayî û lojistî ji bo DAIŞ’ê didomîne. Li Sûriye Iraq û gelek welatên cîhanê, rojane êrîşên xwekuj ku “DAIŞ bi daxuyaniyan digire ser xwe”, pêk tên.

Fransayê digel Amerîkayê mijara têkbirina DAIŞ’ê nîqaş kir

Li ser vê yekê, Wezîrê Derve ya Fransî Jean-Yves Le Drian duh bi peywendiyeke telefonî digel hempêşeyê xwe yê Ameîkî Anthony Blinken, mijara pêwîstiya têkbirina DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê nîqaş kir.

Le Drian û Blinken girîngî da domandina hevbeş a têkbirina terorê li Rojhilata Navîn û herêma beravê.

Back to top button