Li Başûrê Kurdistanê komkirina alîkariyê ji bo mexdurên erdhejê didome

Îro 5 Partiyên siyasî piştgiriya xwe ji kampanya HDP’ê ya li Hewlêrê nîşan dan.
Nexweşxaneya Taybet a Bexşîn a li Başûrê Kurdistanê jî ji bo komkirina dermanan kampanya dest pê kir.

Îro li Hewlêrê Tevgera Goran, Hizba Şuî Kurdistan, Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê kirin.

Partiyan piştgiriya xwe ji kampanya alîkariyê ku nûnertiya HDP’ê ji bo mexdurên erdheja daye destpêkirin nîşan dan.

Her wiha Yekîtiya Jinên Kurdistan bi rêya kampanya Hana alîkarî pêşkêşî mexdûrên erdhejên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir û banga alîkariyê li hemû kesan kir.

Kampanya ku li Helebce hatiye destpêkirin jî wê 4 rojan berdewam bike.

Welatiyên Helebce banga tevlîbûna kampanyayên alîkariyê kirin

Welatiyên Helebce ji bo tevlîbûna kampanyayê bang kirin û diyar kirin ku divê her kes piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Li bajarê Kerkûkê, jî Komela Hêvî ji bo mexdûrên erdhejê dest bi komkirina alîkariyê kir.

Li Kerkûkê komeleya hêvî alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê kom dike

Komeleyê di roja duyemîn a komkirina alîkariyê de bang li xelkê kir.

Her wiha Nexweşxaneya Taybet ya Bexşîn a li Başûrê Kurdistanê jî ji bo komkirina dermanan kampanyayek da destpêkirin.

PADÊ: Bi ruhê netewî xwedî li mexdûrên erdhejê derbikevin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) jî derbarê erdhejê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

PADÊ bang li her kesî kir ku ji bo mexdûrên erdhejê seferber bibin û bi ruhê netewî alîkariyê bikin.

Back to top button