Artêşa Tirk a dagirker, piştî bombebarana şevê din a li Lolan û Şekîf, îro jî li herêma Xakurkê êrîş dan destpêkirin û li herêmê di navbera Gerîlayan û artêşa Tirk de şer derketiye.
Li gorî agahiyan artêşa Tirk a şevê din bi balafiran herêma Lolan û Şekîf bombebaran kir.
Îro jî, ji serê sibehê ve bi helîkopteran leşker danîn ser çiyayê Şekîf û Evdil-kofî.
Artêşa dagirker bi hêzên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û hêzên ku ji Bakûr anîne êrîş dane destpêkirin.
Her wiha herêm bi balafir û helîkopteran tê bombebarankirin.
Li aliyê din hat gotin ku artêşa dagirker, gelek cerdevan jî, ji Bakûr anîne herêmê.
Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa dagirker dixwaze ji aliyê Şekîf, Evdilkofî û Lêlkanê ve, herêma Xakurkê dorpêç bike.
Li herêmê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa dagirker de, şer diqewimin.