Şemsêxan Gulo: Yekem şahiya 8’ê Adarê li bajarê Qamişlo bû

Yekemîn şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Qamişlo, di sala 1987′an hate lidarxistin .Yek ji beşdarên şahiyê Şemsêxan Gulo behsa wê rojê dike.

Şemsêxan Gulo anî ziman ku şahiya yekem a 8’ê Adarê li taxa Hîlaliyê bi beşdariya nêzî 50 jinên Kurd pêk hat.

Bi rêya her du têkoşeran Leyla û Salhe yên tevgera azadiya Kurdistanê, me rol û dîroka jinan nas kir.

Tevî rejîma Sûriyê lidarxistina şahiyan di vê rojê de qedexe dikir, lê me şahî li darxist.

Mal tijî jin bûn û li stranên şoreşgerî guhdar kirin.

Cîhan Gulo jî yek ji kesayetên welatparêz û dayika du şehîdan e stranên şoreşgerî di nava koma ku tevlî vê şahiyê bûn ye.

Şemsêxan da zanîn ku 8’ê Adarê ji bo tevahî jinan xwedî nirxeke mezin e û wiha bi lêv kir:

Êdî jin bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe bi dest xistin.

Back to top button