“Xistina moşekan em ê eşkere weke ragihandina şer hesab bikin”

Koreya Bakur, tevî Amerîka welatên rojhilat jî ditirsîne.
Ceribandina moşekên li Oqyanûsa Pasifîkê rewşê metirsîdartir dike.
Rêveberiya Piyongyangê bi eşekreyî got: Xistina moşekên me yên li Oqyanûsa Pasifikê em ê weke ragihandina şer hesab bikin.

Ji malbata Kîm peyamên gefxwarinê careke din di asta jor de ye.

Kim Yo Jong xwişka rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un ku di rêveberiyê de xwedî dengekî girîng e, li ser navê welatê xwe di daxuyaniya xwe ya nivîskî de.

Kim Yo Jong got,

Di rewşeke nirxandinên destwerdana li ceribandinên me yên leşkerî, wê Koreya Bakur vê ji bo xwe weke ragihandina şer bipejirîne.

Hêjayî gotinê ye ev daxuyanî yekser piştî tetbîqata hewayî ya hevpar a di navbera Koreya Başûr û DYA’yê de pêk hat.

Koreya Bakur vê yekê ji bo xwe weke xeteriyê dibîne.

Koreya Bakur îdia dike ku ceribandinên wan ji bo “armancên parastinê” bûn.

Piyongyang, tetbîqata hevpar a ku ji hêla Koreya Başûr û Amerîkayê ve hatî organîzekirin wekî “hewldanek dagirkirinê” dinirxîne.

Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Koreya Bakur di daxuyaniyeke cuda de, Amerîka bi bilindkirina aloziyan sûçdar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Pêşveçûna hewayî ya hevpar a vê dawiyê bi zelalî nîşan dide ku plana Amerîka ya ji bo bikaranîna çekên nukleerî li dijî Koreya Bakur di asta şer a rastîn de pêş dikeve.”

Seûl û Waşîngotonê tetbîqatên hewayî yên hevpar lidar xistin

Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr duh ragihandibû ku li dijî “gefên muhtemel” ên Koreya Bakur bi Amerîkayê ra tetbîqatên esmanî yên hevpar li dar dixe.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

Koreya Başûr di tetbîqata ku li Deryaya Zer hat lidarxistin de balafirên bombebarkirî seferber kiriye.

Back to top button