Mehmûd Omerî yê felcbûyî piştî êşkenceyê hat kuştin

Hovîtî û kiryarên çeteyên dewleta tirk yên mîna kuştin û revandina sivîlan dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Mehmûd Hesen Omerî yê felcbûyî li Serêkanîyê piştî işkenceya hovane, kuştin.

Mehmûd Hesen Omerî 28 salî ye û ji bajarê Serêkaniyê ye.

Aliyê wî yê rast felc e, çavên wî baş nedidît, nexweş bû û pêdivîya wî bi dermankirinê hebû.

Dema ku Mehmûd û dayîka xwe 24’ê Mijdara 2019’an dixwestin biçin mala xwe ya li Serê Kaniyê kontrol bikin, komên çete yên dewleta Tirk ew li ser rê revandin û mala wan jî desteserkirin..

Mehmûd ku beriya 9 mehan hatibû revandin, di girtîgeheke komên çete yên dewleta Tirk de êşkence lê hat kirin.

Malbatê ku timî rewşa wî dipirsî, duh agahî girtin ku di bin êşkenceya giran de li girtîgeha çeteyan a li Serê Kaniyê hatiye kuştin.

Heta niha jî malbatê ti agahî li ser cenazeyê kurê xwe negirtine.

Back to top button